Li eniyên Idlibê, şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, berdewam e.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, li Idlibê çeteyên bi ser Tirkiyê ve, deverên hêzên kihûmetê yên li gundên Melaca, Cobes û Xan El-Sibl dan ber topan.
Li başûrê Idlibê jî herdu aliyan bi çekên giran êrîşî hev kirin, lê ti agahî derbarê encama êrîşan nehatin bidestxistin.
Artêşa Tirk 15 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin
Li aliyekî din çavdêriyê diyar kir ku duh, artêşa Tirk 15 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer Losîn re derbas kir û ber bi nuqteyên xwe yên li Cebel El-Zawiyê ya Idlibê ve şandin.
Bi vê yekê, jimara maşîneyan ji destpêka agirbesta Adara borî û heta niha gihişt 8 hezar û 185 maşîneyî.