Kolberek li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin

Di êrîşeke leşkerên Îranê de, kolberek li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên “Kolbernews”ê, duh li herêma sînor a bajarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Îranê êrîşî komek kolber kir, di encamê de, kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Di heman êrîşê de, li nuqteya sînor a Beruşkanî, hejmarek kolber ji bo ku nekevin destê leşkerên Îranê, reviyan û ji wan 3 ji bilindahiya çiya hatin xwarê û birîndar bûn.

Back to top button