Şahiya îsal ku wê 25’ê Îlonê were li darxistin, diyarî ji şehîd Sînan Dêrsim re ye

Kurdên li Ewropayê dijîn, wê îsal ji bo Şahiya Çanda Kurdan a 29’emîn werin ba hev.
Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên-li Ewropayê ji bo Şahiya Çanda Kurdan a ku wê li Hollandayê pêk were, diyar kir ku hemû amadekarî hatine kirin .

Şahiya Çanda Kurdan a 29’emîn, di 25’ê Îlonê de li bajarê Landgraaf a Hollandayê wê were lidarxistin.

KCDK-E’yê diyar kir ku hemû amadekarî hatine kirin û got:

” Wê şahî bi şîara azadiya Rêber Apo dest pê bike û heman şîarê bi dawî bibe.”

Şahîya îsal diyarî şehîd Sînan Dêrsim hat kirin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo Şahiya Çanda Kurdan xweş û bi ewlehî be banga tevgerîna li gorî hin qaîdeyan kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E diyar kir ku kesên derxî bûne, divê bi belgeya xwe ya derzîbûnê werin, yên nebûne jî divê bi encama testa ji bo 24 saetan were.

Kesên di vî warî de wê astengiyan bijîn, li kêleka qadê wê test were kirin û piştî testê divê têkevin qada şahiyê.

Back to top button