Rûsya: Divê serweriya Qibrisê were parastin

Derbarê aloziya li Deryaya Spî, Rûsya got divê serweriya Qibrisê were parastin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, serdana paytexta Qibris Nîqûsyayê kir û bi hempîşeyê xwe yê Qibrisî Nikos Christodoulides re civiya.

Wezîrê Yunanî diyar kir ku tevgera Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî biryarên Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî binpê dike.

Her wiha bang li Tirkiyê kir ku kiryarên xwe yên tund li hemberî dewletên cîran rawestîne.

Ji aliyê xwe ve Sergey Lavrov, got ew gurkirina aloziya li rojhilatê Deryaya Spî red dikin.

Lavrov diyar ku divê serweriya Qibrisê li gorî biryarên navdewletî were parastin û ji bo destpêkirina diyalogên navbera Qibris û Tirkiyê jî Rûsya amade ye.

Macron li ser tevliheviya Tirkiyê heft welatan dicivîne

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, heft welatên li başûrê Yekîtiya Ewropayê, li girava Korsîkayê dicivîne.

Civîn wê roja Pêncşemê pêk were û mijara wê jî krîza ku Tirkiyê li Rojhilatê Derya Spî afirandî be.

Back to top button