Istixbarata Tirk ji navçeyên Şiyê û Raco 9 sivîl revandin

Istixbarata dewleta Tirk a dagirker 9 sivîl ji navçeyên Şiyê û Raco yên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku duh Istixbarta dewleta Tirk şêniyê bi navê Mihemed Osman Şikrî yê ji gundê Hêkicê yê Şiyê revand.

Rêxitinê da zanîn ku istixbartê Mihemed xist zindaneke li bajarê Stanbûl yê Tirkiyê.

6’ê Îlonê jî, li navçeya Raco ya Efrînê çeteyan bi ser gundê Kosa girt û 7 sivîl revandin.

Ji kesên ku hatine revandin navê 4 kesan wiha ye:

Mislm Bekir Mûsa (78)

ŞêxMûs Mistefa Xelîl (50)

Rêber Ibrahîm Xelîl Dewd (31)

Mihmûd Xelîl (25) ne.

Rêxistinê diyar kir ku ew bi giranî hatin êşkencekirin û piştî standina fidyeyan çeteyan ew berdan.

Li heman navçeyê jî, çeteyan şêniyê bi navê Elî Cemîl Mihemed Reşkêlo yê ji gundê Hec Xelîl yê Raco revand.

Back to top button