Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Raco ya Efrînê 2 kes ji malbatekê revand

Çeteyên dewleta Tirk, ji navçeya Raco ya Efrînê du endamên malbatekê revandin û li navçeya Şêrawa jî 400 darên zeytûnê yê malbatekî, birîn. Dewleta Tirk di çarçoveya Tirkkirinê de Raco jî dibistanek vekir.

Li herêmên dagirkirî û bi taybetî jî li Efrînê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan bi dawî nabin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên koma bi navê Ehrar Şerqiyê mêrekî temen mezin yê bi navê Mistefa Arif û kurê wî yê bi navê Elî Mistefa Arif yên ji navçeya Raco ya Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk 400 darên zeytûnê yê malbatekê birrîn

Di çarçoveya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî, çeteyên Feyleq El-Şam jî nêzî 400 darên zeytûnan yên 3 kesên ji heman malbatê ne birîn.

Hate destnîşan kirin ku çeteyan êzingên wan daran li sûkên bajarê Efrînê firotine.

Bi armanca tirkkirina şêniyan dewleta Tirk li navenda navçeya Roca dibistanek vekir

Her wiha bi armanca tirkkirina herêmê û ferzkirina çand û zimanê tirkî, dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Raco dibistanek vekir.

Hat diyar kirin dewleta Tirk li Efrînê pereyê Tirkiyê ferz dike, wêneyên Erdogan dadiliqîne, zimanê tirkî li dibistanan ferz dike.

Back to top button