Ciwanên bajarê Silyane yê Tûnisê şevê din li dijî destdirêjiya polîsekî li şivanekî pez, daketin kolanan û agir bi çerxeyan xist.
Li gorî dezgehên ragihandina Tûnisê, di navbera ciwan û polîsan de pevçûnan rû da, yên dawî jî da ku xwepêşanderan ji hev belav bikin, gaza rondikrêj bi kar anî.
Li bajarê Sûse û devera Kerem a paytextê jî, polîs û ciwan pev çûn.
Li ser vê yekê, jimareke ciwan hat binçavkirin.
Ajansa Nûçeyan a fermî “Tûnis Afrîka” da xuyakirin ku polîsê binpêker, weke rêkareke cezakirinê ji cihê xwe hat veguhastin û pêngava darizandina wî hê jî berdewam e.
Çirûska xwepêşandanan berî çend rojan piştî ku polîsekî li ber biryargeha bajarê Silyane dest dirêjî şivanekî pez kiribû, dest pê kir.