Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo li dijî êrişên li ser Efrînê nirxandin kir.
Şîraz got: ”Em ê ji bo derxistina rastiya Erdogan ji tevahî cîhanê re gavan bi paş de neavêjin û em ê careke din li Efrînê vegerin.”
Der barê salvegera 4. a êrişên dagirkirina Efrînê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Şîraz Hemo bal kişand li ser berxwedana xelkê Efrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û ev tişt anî ziman:
”Li pêşberî êrişên hovane yên dewleta Tirk berxwedaneke mezin di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de hat tomarkirin.
58 rojan li hemberî hêzeke NATO’yê û teknîka wê ya pêşketî berxwedanek bêhempa hate meşandin.
Hebûna koçberan li Şehbayê peyameke diyar e ji cîhanê re. Bi rêya wê dibêjin em li ser sînorê Efrînê ne û em ê vegerin.”
Şîrz Hemo: Tirkiye ji berxwedana gel ditirse
Şîraz Hemo diyar kir ku dewleta Tirk ji hebûna gel a li ser sînorê Efrînê ditirse ji ber wê niha êrişî Şehbayê dike û got:
”Jiyana bi sed hezaran koçberên Efrînê li ser sînorê Efrînê, tirsek ji bo dweleta Tirk a dagirker çêkiriye.
Berxwedana gel li wir dewam dike.
Ji ber vê êrişên leşkerî bi rê û rêbazên cuda didomin.
Bi van êrişan vîna gel dikin armanc, Tirkiye dixwaze vê berxwedanê bişkîne û civakê parçe bike.”
Şîrz Hemo: Armanca me vegera li Efrînê ye
Dawiyê jî, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo ev peyam da:
”Di sala nû de soz em didin em ê ji bo derxistina rastiya Erdogan ji tevahî cîhanê re gavan bi paş de neavêjin.
Em ê têkoşînê xurt bikin, peyam, gotin û armanca me vegera li Efrînê ye.”