Tevgera Azadî: bi yekîtiyê bersivê bidin dagirkeran

Tevgera Azadî bi boneya duyemîn salvegera êrîş û dagirkeriya li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî da û bang li tevahî gelê Kurd kir ku bi yekrêziyê bersivê bidin dagirkeran.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta tirk li Rojava destpêkê bi destê çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêk anîn û piştî têçûna çeteyan yekser bi xwe êrîş kir.

Tevgera azadî destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê, êrşa li dijî tevahiya gelê kurd bû û ji ber wê yekê jî ji seranserê kurdistanê keç û xurtan berê xwe daye Efrînê.

Tevgera Azadiyê ji tevahî gelê Kurd xwest ku bi yekrêziyê, bersivê bidin dagirekeriya dewleta tirk ya li Efrînê û ev bang kir:

Em bang li tevahî kesayetên demokrasîxwaz û gelên azadîxwaz dikin ku di şoreşeke demokratîk de, rê li ber komployên welatên kapîtalîst bigirin.

Leave a Reply

Back to top button