Somal wê jinên DAIŞ’î yên Somalî werbigire

Somal hewil dide ku jinên DAÎŞ’î yên Somalî ku niha li Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî dimînin, werbigire.

Servîsa nûçeya Ekot ya Radyoya Dewleta Swêdê ragihand ku Serokomarê Somalî ji bo anîna jinên DAÎŞ’î û zarokên wan ên Somalî ku hemwelatiyên Swêdê ne plana ku hatiye amadekirin erê kiriye.

Balyozê Somalê yê Ewropa Alî Saîd Faqî ku ji Ekotê re axivî û destnîşan kir ku Serokomarê Somalî piştî ku welatên Ewropa hemwelatiyên Somalî ji bo welatê xwe qebûl nekirin biryar daye ku wana bîne Somalê.

Faqî diyar kir ku jinên DAÎŞ’î ji ber ku li Somalê sûc nekirine ew ê neyê darizandin.

Li gorî rayedarên Kurd hejmera hemwelatiyên Swêd ên bi eslê xwe Somalî ne û li Kampa Holê dimînin, nêzî 30 heya 40’î ye.

Leave a Reply

Back to top button