
Doh li dijî balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê êrîşek pêk hatibû. Rêveberiya operasyonên Bexdayê ragihand ku wan cihê ku moşekên jê hatine avêtin dîtine.
Îro Serokwezîrê hikumeta Iraqê Adil Ebdil-mehdî diyar kir ku wan derbarê hedefgirtina balyozxaneya Amerîkayê de lêpirsîn dane despêkirin.
Ebdul-mehdî êrîş şermezar kir û wiha got:
Li dijî êrîşa li ser xaka Iraqê pêk hatî me lêpirsîn daye despêkirin.
Duh êvarê 3 moşek li derdora balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê ketin.
Ji aliyê xwe ve, operasyonên hevbeş ên Bexdayê dazanîn ku ti ziyan çênebûne.