Li peytexta Iraqê Bexdayê û li tevahiya bajarên başurê Iraqê xwepêşandan berdewam in. Di xwepêşandanên duh de herî kêm 6 kes hatin kuştin û bi dehan birîdar bûn.
Xwepêşandêran gelek rêyên Bexda ,Necef, Kerbela, Mûssenna, Basra, Vasit girtin.
Li heman bajaran hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê û çekên rastî çalageran werdan.
Duh di destwerdana hêzên ewlekariyê 4 xwepêşandêr û 2 polîsan hatin kuştin, zêdeyî 100 xwepêşandêr jî birîndar bûn.
Li bajarên ku xwepêşandan lê hatin kirin dibistan û saziyên fermî hatin girtin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji 1’Çileyê ve di xwepêşandan de zêdeyî 500 kesî hatine kuştin û 25 hezar jî birîndar bûn e.