Parastina Koreya Başûrî keştiyek şer bi 300 leşkeran ve dişîne tengava Hurmuzê

Piştî heşt welatan, Koreya Başûrî jî keştiyek şer bi 300 leşkeran ve dişîne Tengava Hurmuzê.

Li gorî nûçeyek ajansa Frans Pressê AFP’ê, Wezareta Parastina Koreya Başûrî bi fermî diyar kiriye ku wê welatê wan keştiyek şer bi 300 leşkeran ve bişîne Tengava Hurmuzê.

Wezareta Parastina Koreya Başûrî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê hêzên wan li Kendavê nebin beşek ji hevpeymana deryaya bin fermana Amerîkayê de.

Wezaretê got, tenê wê Koreya Başûr û navenda fermandariya deryaya Amerîkayê alîkarê hev bin.

Hikumeta Fransayê duh ragihnadibû ku ji bo operasyona wan a parastina Tengava Hurmuzê 8 welatên Ewropî piştgiriya xwe ji wan re nîşan dane.

Li gorî agahiyên ku ajansa Reutersê ji hikumeta Fransayê wergirtine, ev operasyona bi serkêşiya Ewropayê piştgiriyeke siyasî jî bi dest xistiye.

Hat ragihandin ku welatên piştgirî dane, Almanya, Belcîka, Danîmarka, Yûnanistan, Îtalya, Hollenda û Pirtugal in.

Yekîtiya Ewropayê li ser zimanê Nûnerê xwe yê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Josep Borrell, kêfxweşiya xwe ji bo vê operasyonê anibû ziman.

Leave a Reply

Back to top button