Ji bo lêkolînkirina êrişê, şandeyeke parlamentoya Iraqê gihîşt Silêmaniyê

Ji bo lêkolînkirina êrîşa dewleta Tirk li ser balafirgeha Silêmaniyê, şandeyeke Parlamentoya Iraqê gihîşt Silêmaniyê. Parlamenterên Iraqê diyar kirin dewleta Tirk xak û serweriya Iraqê binpê dike û banga rêkarên pêwîst ji bo rawestandina destwerdana dewleta Tirk di xaka Iraqê de dikin.

Ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê, şandeyeke Parlamentoya Iraqê gihîşt Silêmaniyê.

Şande bi serokatiya serokê Lîjneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebas Zamilî ye.

Ebas Zamlî : Em ê rapora xwe radestî serokatiya parlamento û hikumeta Iraqê bikin

Ebas Zamlî beriya serdana cihê bûyerê, daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: “Em êrişa li ser balafirgehê şermezar dikin.

Derbarê lêkolînê de, em ê encaman bikin rapor û radestî serokatiya parlamentoyê û piştre hikumeta Iraqê bikin.”

Zamlî diyar kir ku weke Lîjneya Ewlekarî û Parastinê, ew ê rapora xwe amade bikin da ku Hikumeta Iraqê li gorî wê, bersiva êrîşê bide.”

“Em bang li hikumeta Iraqê dikin raporekê li ser êrişên Tirkiyê ji NY re bişîne”

Serokê Lîjneya Ewlekarî û Parastinê Ebas Zamilî êrişa beriya niha a li dijî balafirgeja Hewlerê jî hate kirin bi bîr xist û got:

‘Ji bo vê em bang li Hikumeta Iraqê dikin, raporekê li ser êrişên dewleta Tirk ji Neteweyên Yekbûyî re bişîne.”

Piştre serokê feraksiyona YNK’ê ya li parlamentoya Iraqê Kemal Axa axivî û ev tişt anî zimanç;

“Lîjne lêkolîneke dirûst dike, ji bo ku ev binpêkirin careke din dûbare nebe.

Em ê jî rapora xwe radestî wan bikin.

Ev êriş nayê qebûlkirin.

Ji bo ku hemû êrişên ser Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bên rawestandin, em ê hewl bidin.”

Zeynep Musewî: Divê Iraq li dijî Tirkiyê çeka aboriyê bi kar bîne

Zeynep Musewî diyar kir ku dewleta Tirk rojane xaka Iraqê bombebaran dike û ev yek wek binpêkirina xaka Iraqê pênase kir.

Zeynep Musewî got: “Tevî ku bi salan e dewleta Tirk bi zêdetirî 15 milyar dolar berheman hinardeyî Iraqê dike, lê êrîşan dike.

Ez bang li Hikumeta Iraqê dikim, li dijî Tirkiyeyê çeka aboriyê bikar bîne.

Ji ber ku rawestandina hawirdeyan ji Tirkiye, wê ziyaneke mezin bigihîne wê.”

“Divê Iraq li dadgeha navnetewî giliyê Tirkiyê bike”

Di heman çarçoveyê de Parlamenterê Hevpeyamana Dewleta Yasa Arif Hemamî jî ji Rojnewsê re axivî.

Arif Hemamî diyar kir ku dewleta Tirk gelekî ketiye nav xaka Iraqê û hertim êrîşên asmanî dike.

Hemamî bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî dewleta Tirk, li dadgeha navnetewî gilî bike.

Back to top button