Ewlekariya Rûsî têkildarî xeteriya Jin û Zarokên DAIŞÎ hişyar da

by ehmad aseed
103 views
Ewlekariya Ferdarliya Rûsî der barê zindîbûna çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê bi riya jin û zarokên DAIŞÎ li Rûsyayê hişyarî da.

Serokê Ewlekariya Fedraliyê Elksender Bortenîov li paytexta Ozbekiyayê Taşkentê di civîna rêveberên Hêzên Ewlekariyê yên Hevgirtina Dewletên Serbixwe de axivî û bal kişand ser xetereya zindîbûna DAIŞ’ê.

Elksender Bortenîov got:

”Li gel me agahî hene ku derdora 2 hezar jin û zarokên Rûsî yên malbatên çekdaran li Rojhilata Navîn hene û dibe ku ji wir derketibin jî”.

Bortenîov destnîşan kir ku di nava wan de jin û zarokên DAIŞÎ jî hene, ku bi riyên nerewa ji welatekî diçin welatekî, ew jî bi piştgiriya komên tundirew.

Bortenîov tekez kir ku ev jin û zarok erka wan ew e ku çalakiyên xwekujî û propangendaya îdolojiya DAIŞ’ê pêk bînin.