Macron: Emerîka û Tirkiye QSD’ê dikin qurban

Serokê Fransa Emmanuel Macron êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Surî weke “karê dijminatiyê yê bêyî hevkariya bi NATO yê re” bi nav kir.
Macron diyarkir ku Emerîka û dewleta Tirk bi hevkariya xwe ya dagirkeriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirine qurban.

Serokê Fransayê Macron, di hevpeyvîna xwe ya di Kovara The Ekonomîst de ji ber polîtîkayên ku dimeşîne NATO’yê rexne kir û diyar kir ku divê NATO armancên wê yên stratejîk çi ne, eşkere bike.

Macron got, “NATO niha li ber mirinê ye.”

Macron bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Surî û got:

“Yek ji hevkarê NATO’yê Tirkiye li dijî herêmeke ku berjewendiyên me di xetereyê de ye, bêyî hevkariya me êrîşekê pêk tîne.

Ev bûyerên ku rû didin ji bo NATO’yê pirsgirêkek mezin e.

Karê dijminatî û bêyî hevkariya NATO’yê ye, wê berjewendiyên me bixe xeteriyê”

MACRON: EMERÎKA Û TIRKIYE QSD’Ê DIKIN QURBAN

Macron destnîşan kir ku Emerîka û Tirkiye, QSD’ê dikin qurban û weha got:

“Li gorî xala 5. a NATO’yê, divê endamên NATO’yê piştgirî bidin hev.

Eger Başar El Esad bersivê bide Tirkiye, ma em ê di vî şerî de cîh bigirin?

Ev pirsgirêkek rast e.

Em li dijî DAIŞ’ê têkoşînekê didin.

Lê ya nakok ev e ku biryara Emerîkayê û operasyona Tirkiye heman encamê derdixîne holê:

Hevkarê me Hêzên Suriyê Demokratîk ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine dikin qurban.”

Leave a Reply

Back to top button