Dîsan Erdogan malbata El-Bexdadî hembêz dike

Piştî ku serçeteyê DAIŞ’ê El Bexdadî di herêma di bin kontrola dewleta Tirk de hate kuştin, Erdogan ji bo tewanbariya hevkariya DAIŞ’ê ya li ser xwe rake, ketiye nav hewldanan.

Piştî îdîaya girtina xwişka El-Bexdadî, Erdogan niha jî îdîa kir ku 2 endamên din yên malbatê El-Bexdadî girtî ne.

Diyar e ji bo durûtî û hevkariya xwe veşêre, girtina hevkarên xwe yên berê li ber çavên wî bûn, radigihîne..

Şêwaz û rêbazê ragihandinê jî, ji bo dagererandina çavan ji ser xwe ye..

Erdogan ê ku piştî kuştina Serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî û cîgirî wê Ebû Hesen El-Muhacir li herêmên di bin dagirkeriya xwe de hîs kir ku, bin wî şil bû..

Ji lew re, piştî ragihandina girtina xwişk, keç û hevjîneke wî, herî dawî Erdoganê mijara gotinê, girtina hevjîneke din a Bexdadî ragihand..

Ev seferberiya Erdogan piştî zêdebûna zexta li ser wî têkildarî kuştina el-Bexdadî derket holê..

Ev girtin cihê pirs û gumanê ne..

Eger Tirkiyê dixwaze xwe ji zarokên xwe yên DAIŞî bêrî bike, pir dereng e..

Di şiroveyeke birêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman de, dewleta Tirk piştî ketiye pelûla DAIŞê û êdî nema kare xwe jê bişo û ji xwe re li serkeftinekê digere.

Ebdulrehman dibêje, eger ev serkeftine baya, ew ê ev kes ne li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hatibana girtin.

Îro jî ajansa Andolê ya dewleta tirk li ser zimanê Erdogan ragihand ku wan li gel hevjîna el-Bexdadî kurê wî jî girtiye.

Erdogan anî ziman ew ê malbata el-Bexdadî veguhezin navendên veguhastinê û diyar kir ew ê li wir bimînin heya Wezareta Edaletê biryaran der heqê wan de bibire.

Dimîne pirsa herî balkêş, çima piştî kuştina serçeteyê DAIŞê, Tirkiyê ev qas kes girtin!!

Gelo ew nizane, ev girtina li herêmên wî, mîna mikurhatina parastina DAIŞ’ê ye??

Leave a Reply

Back to top button