TEV-DEM: Tirkiye bi piştgiriya Ny û Nato qirkirinê dike

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê destnîşan kir ku Tirkiye êrîşên xwe yên dagirkerî û qirkirinê bi piştgiriya NATO û Neteweyên Yekbûyî dike.

TEV-DEM’ê ji ber helwestên wan yên bêdeng û piştgiriya ku didin sûcên şer yên dewleta Tirk NATO, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî şermezar kir û bang kir ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.
Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê der barê dagirkerî û qirkirinên dewleta Tirk de daxuyaniyek da û destnîşankir ku dewleta Tirk bi çekên NATO’yê û piştgiriya ku saziyên Neteweyên Yekbûyî dide, li dijî Kurdan qirkirina etnîkî dimeşîne.

TEV-DEM’ê diyarkir ku faşîstê sedsalê Erdogan û dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî Rojava li Bakur û Başûrê kurdistanê jî li dijî destketiyên kurdan şerekî bê ehlaq û bê pîvan dimeşîne, dijminahiya gelê Kurd dike.

NY DIVÊ NEBE HEVKARÊ SÛC, HESAB BIPIRSE

TEV-DEM’ê her weha ji ber Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi Erdogan re rûniştiye û plana qirkirinê ya dewleta Tirk erê kiriye ev helwest şermezar kir û weha got:

“Em bang li NY dikin ku li gorî nav û misyona xwe tevbigere, xwedî li pîvan û nirxên xwe derkeve. Berpirsyariya NY ew e ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û Erdogan bipirse, ne ku hevkariya wê bike.”

TEV-DEM: DIVÊ NATO DEV JI DÛRÛTIYÊ BERDE

TEV-DEM’ê bi heman rengî helwesta NATO’yê ya li dijî gelê kurd jî şermezar kir û anî ziman ku NATO tevî piştgiriya ku ji dagirkeriya Erdogan re dike, li dijî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW jî zexte dike ku bikaranîna çekên kîmyewî fosfora spî ya dewleta Tirk li Bakûrê Sûriyê bikaraniye lêpirsîn neke.

TEV-DEM’ê bang li NATO’yê kir ku dev ji vê polîtîkaya dûrûtiyê berde û destûre nede bikaranîna çekên kîmyewî.

TEV-DEM: OPCW DIVÊ BERPIRSYARIYA XWE BI CÎH BÎNE

Di daxuyaniyê de TEV-DEM’ê bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW şermezar kir, jê xwest ku di bin bandora NATO’yê de nemîne û berpirsyariyên xwe bi cîh bîne, helwesteke bi rûmet nîşan bibe û van şik û gumanên li ser xwe rake.

TEV-DEM’ê di dawiyê de ji bo hemû gelên cîhanê ku ji bo Bakûr û Rojhilatê Suriyê piştgirî dane sipasî kir û weha dewam kir: “Eger pêwîst bike ku em careke din bedel bidin, emê bidin û ji vê paş ve gav navêjin. Ji bo em hebûna xwe û rûmeta mirovahiyê biparêzin em ê heta dawî bi biryardarî têbikoşin.”

Leave a Reply

Back to top button