Li Somalyayê, 9 kes di encama êrîşeke Hereket El-Şebab de hatin kuştin.
Berdevkê Polîsa Somalî Sadiq Adem ragihand ku, çeteyên Hereket El-Şebab mêvanxaneya Afrîk ya nêzî balafirgeha Meqdîşo bi rêze-teqînan armanc kir.
Di êrîşa ku 9 seatan de dirêj kir de, 9 kes hatin kutştin û 10 ji sivîl û leşker birîndar bûn.
Li gorî berdevkê polîsê, fermandarekî wan ê payebilind di nava kuştiyan de bû.
Çeteyên Hereket El-Şebab jî ev yek girt ser xwe.