Çeteyên DAIŞ’ê, bi hawanan êrîşî bajarê Gulale yê bi ser navçeya Xaniqînê ve, kir.
Li gorî agahiyên ku ji Rêveberê Asayîşa bajarê Kokis hatin girtin, çeteyên DAIŞ’ê bi 2 guleyên hawanan êrîşî bajarê Gulale kir û di encamê de kesek hat kuştin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku piştî di navbera çete û leşkerên Iraqê de, şer rû daye, kesekî din jî hatiye kuştin.
Li Selahedînê, serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
Di çarçovaya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de jî, Wezareta Parastinê ya Iraqî ji ragihandinê re diyar kir ku, hêzên wan li Selahedînê li dijî şaneyên DAIŞ’ê, operasyonek kir û tê de serçeteyekî DAIŞ’ê ku bi erka çavkaniya leşkerî radibû, hat girtin.