Partiya Çepên Kesk di civîna koma meclîsê de polîtîkayên Tirkiyê û tecrîd nirxand

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di civîna koma Meclisê ya heftane de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo da.
Îbrahîm Akin destnîşan kir ku eger polîtîkaya tecrîdê neyê domandin, dê krîzên piralî yên li Tirkiyê jî çareser bibin û got:
“Eger hûn azadî û wekheviyê dixwazin, divê destpêkê hûn dest ji vê polîtîkaya tecrîdê berdin.”

Partiya Çepên Kesk îro civîna koma Meclîsê yê heftanê li dar xist.

Hevberdevkê Partiyê Îbrahîm Akin di civîna koma Meclisê fe axivî û rojêvên heyî nirxand.

Îbrahîm Akin: Dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e

Îbrahîm Akin di serî de bal kişand ser Komkujiya Madimakê û diyar kir ku li Tirkeyê yek ji komkujiyên herî giran e û.

Akin, anî ziman ku dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e û wiha got:

“Heke hesaba Sêwasê bihata pirsîn dê komkujiyên Mereş û Çorumê pêk nehatina.

Dê yên Taxa Gaziyê, Roboskê, Pirsûs, 10’ê Cotmehê û Sûrê nehatine kirin.

Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî 98 sal ber hatin bidarvekirin û hêj jî cihê gorên wan nayên zanîn.

Ev şermeke mezin a Tirkiyê ye. Divê bi dîroka xwe re hevrû bibin. ”

Paşê Îbrahîm Akin îşaret bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo kir û bertek nîşan da.

Îbrahîm Akin: Tecrîd, bêyî ku guh bidin hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê bicihanîn

Akin anî ziman li vî welatî tecrîd, bêyî ku guh bidin hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê bicihanîn û ev yek got:

Nerazîbûna li dijî tecrîdê, ji bo rûmeta mirovahiyê pir girîng e. Li vî welatî tecrîd, sûc e.

Merdan Yanardag tiştekî din derxist holê ku ew jî ev e;

Birêz Ocalan ji pêvajoya aştiyê heta niha di bin mercên giran ên tecrîdeke derhiqûqî de ye.

Îbrahîm Akin: Tecrîd niha li temamiya Tirkiyê belav bûye û veguheriye modêlekî

Ev tecrîd niha li temamiya Tirkiyê belav bûye û veguheriye modêlekî.

Bi domdarî ÎBrahîm Akin îşaret bi bandaro tecrîdê ya li ser krîzên piralî yên li Tirkiyê kir

Îbrahîm Akin: Eger polîtîkaya tecrîdê neyê domandin, dê krîzên piralî çareser bibin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akindestnîşan kir ku eger polîtîkaya tecrîdê neyê domandin, dê krîzên piralî yên Tirkiyê jî çareser bibin û wiha bi dawî kir:

Eger hûn azadî û wekheviyên dixwazin, divê destpêkê hûn dest ji vê polîtîkaya tecrîdê berdin.

Yek ji sedema herî girîng a van krîzên piralî jî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Lewma em bang li îktîdarê dikin ku dev ji van polîtîkayan berde.”

Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin

Back to top button