El Sefedî li Enqereyê ye

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî piştî ku li Şamê bi Esed re civiya, çû Enqereyê.
Sefedî dê bi hempîşeyê yê Tirk û Erdogan re mijarên têkildarî dosyaya Sûriyê nîqaş bike.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî serdana Tirkiyeyê kir.

Çaverê ye ku bi hempîşeyê xwe yê Tirk Hakan e Fîdan û Erdogan re bicive, da ku dozên herêmî û navneteweyî û têkiliyên dualî nîqaş bikin.

Tê payîn ku di nîqaşan de balê bikişînin ser pêşdeçûnên krîza Sûriyê, normalîzekirina têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê û nêzîkbûna di navbera Komkara Erebî û Sûriyê de.

El Sefedî beriya serdana Tirkiyeyê bike çûbû Şamê û bi Esed û hempîşeyê xwe yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad re civiyabû.

El Sefedî di civîneke çapemeniyê ya li gel Feysel Mîqdad de diyar kir ku astengiyên mezin li hember hewldanên çareseriya siyasî hene û got:

Em van hewldanan dinirxînin. Ji ber ku çareserkirina krîza Sûriyê dikeve ximzeta berjewendiya Sûriyê û gelê wê.

Back to top button