Li Kobanê zeviyên bejî berhem dan

Li gundên başûrê Kobanê zeviyên bejî, berhem dan.
Cotkaran diyarkirin ku ew sûdeke mezin ji zeviyên xwe werdigrin.

Piraniya erdên gundewarê başûrê Kobanê zuhane.

Li gungên di navbera dibrîk û qişle yê ku li başûrê bajarê kobanê dikevin, cotkaran zeviyên xwe bi awayekî bejî çandine.

Cotkaran zeviyên xwe di mehên buharê de çandin û vê demê berherm didin.

Cotkar gelek di zeviyê xwe de weke xitî ango tirozî, encor, zebeş, bamî û hwd çandine.

Dayîka bi navê Eyşe Mihemed ji me re axivî û diyar kir ku bistanê xwe li erdên ku axa wê sore çandin e.

Her wiha Yadê Eyşe jî eşkere kir ku wan sûdeke mezin ji bistanê xwe wergirtiye, hem ji bo malê û hem jî, ji bo firotinê.

Kurê yadê Eyşê, Ciwan Mihemed jî diyar kir ku ew her sibê alîkariya dayîk û bavê xwe dike ji ber ku ew gelekî ji çandiniyê hez dike.

Şêniyên Kobanê bi qalibên qeşa tîbûna xwe dişkînin

Back to top button