Efrîn-Zarokeke 16 salî dawî li jiyana xwe anî

Beriya çend rojan destdirêjî li zaroka 13 salî bû, îro jî, ji ber kiryarên hovane zarokeke 16 salî dawî li jiyana xwe anî.

Hovîtiya çeteyan li herêmên dagirkirî bê sînore û her dewam dike.

Çete hem li dijî hev, hem jî li dijî şêniyên resen yên mayî kiryarên hovane dimeşînin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku zarokeke Kurd êvara yekşemê dawî li jiyana xwe anî.

Navê zarokê Husna Mûrad 16 salî ye û ji gundê Kawirkan ê Cindirêsê ye.

Torê diyar kir tevî hewldanên bijîşkan jî, lê Husna jiyana xwe ji dest da.

Efrîn NEWS 24 jî da zanîn ku Istîxbarata dewleta Tirk û çeteyên bi navê Polîsên Sivîl du welatiyên temen mezin li Efrînê revandin.

Navên her du welatiyan wiha ye:

Izet Tewîla 56 salî ji Cindirêsê û Ismaîl El-Şêx 63 ji Şêx El Hedîd.

Efrîn NEWS da xuyakirin çeteyan bi hinceta ku her du welatî di dema Rêveberiya Xweser de kar kirine hatine revandin.

Ev yek bi biryara dewleta Tirk pêk tê, ku armanc jê koçberkirina welatiyên mayî ye.

Li beramberî derxistine li Tirkiyê, destdirêjî lê kirin

Li aliyekî din jî Tora Çalakvanên Efrînê bi dîmenekî ku tê de jinek diaxive sûcên çeteyan belge kiriye.

Jina bi navê Meryem El Elî wiha dibêje: “Piştî ku ez derbasî sînorê Tirkiyê bûm ez hatim girtin û leşkerên Tirk min radestî hin aliyên Sûrî kirin, ez nêzî sê hefteyan li girtîgehê mam û pişt re derketim.”

Meryem El Elî derbarê sûcê ku li dijî wê hatiye kirin ev tişt anî ziman:

“Dema ku ez ji girtîgehê derketim hin kesan ji min re gotin simsarek bi navê Ebû Mehmûd El Esmer heye ew dikare te derbasî Tirkiyê bike.

Min bi Ebû Mehmûd El Esmer re li hev kir ku min derbasî Tirkiyê bike, lê belê wî doza 3 hezar dolar kir.

Kesekî min tune ye û ev pere jî li gel min nînin, li vir çeteyan ez birin odeyekê.

Rojane çete dihatin û ji min re digotin ger tu bixwazî Ebû Mehmûd, wê alîkariya te bike, lê li hember destdirêjiyê.

Li vir roj derbas bûn û çeteyan zext li min kirin û Ebû Mehmûd desdirêjî li min kir, pişt re ev yek dubare bû, herî dawî ez ji odeyê derxistim û birin Ezazê.

Back to top button