Rêveberiya Xweser ya Şengalê: Wê ji bo mafê civaka me têkoşîna me bidome

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê hilbijartina Parlementoya Iraqê ku duh pêk hat daxuyaniyek da.
Rêveberiyê diyar kir ku tevî her tiştî wê ji bo bidestxistina mafê civaka Êzidî têkoşînê bikin û gav ji statû û xweseriya Şengalê paşde navêjin.

Rêbeberiya Xweser a Şengalê têkildarî hilbijartinên parlementoyê yên Iraqê ku duh pêk hat daxuyaniyek weşand.

Rêveberiyê destpêkê spasiya herkesî ya ji bo xebatên hilbijartinê kir.

Hat diyar kirin di van 3 mehên derbasbûyî de bi ked û îradeyeke mezin, xebat ji bo hilbijartina Parlemena Iraqê, li Şengalê wek PADÊ û Rêveberiya Xweser hat meşandin.

Rêveberiyê diyar kir li seranserê Iraqê rêjeya dengdanê, pir di asteke kêm de ye û da zanîn ev bêbaweriya gel nîşan dide û ji aliyê gel de nehatiye pejirandin û rewatiya xwe nîne.

Rêveberiyê bal kişand ser nelirêtî û pirsgirêkên ku di dema hilbijartinê de hate kirin û got:

“Gelo çi bûye ku rêjeyeke pir mezin ji kampên koçberan biçin ser sindoqan û di heman parêzgehê de gel, mînak Duhok, neçin dengdanê. Ev nîşan dide ku zext û zor heye.

Di dema dengdanê de pir kes li navên xwe digeriyan ku wê li kûderê deng bidin, lê navê xwe peyda nedikirin.

Koçberên hundir, dema ji gundekî biçin gundekî din dengê xwe bidin, bi taybet li gundên qibletê (başurê) Şengalê di çûna ser sindoqan de zehmetî kişandin.

Ev hemû nîşan dide ku hilbijartin ne li gorî rewşa civakê hatiye rêxistinkirin.

“Em Rêveberiya Xweser dîsa di mafê civaka xwe de bi israr in û di têkoşîna xwe de tiştekî ku em gav şûn de bavêjin nîne. Wê hedef û armanc, îradeya civakê derxistina asta herî jor be û xwe rêvebirin be û misogerkirina mafê xwe yê rewa Rêveberiya Xweser be.”

Rêveberiyê di dawî yê de diyar kir em ê civaka xwe ji aliyê siyasî ve heya dawî biparêzin, ew civaka xwe bi destê neyar û dijminan ve bernadin.

Back to top button