Li ser rêya Şam-Dera di encama êrişekê 5 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Îro li ser rêya Şam û Dera erebeyake hêzên hikumeta Şamê hat hedefgirtin. 5 leşker birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR), ragihand ku ji aliyê kesên nenas ve erebeyek leşkerî li nêzî pira Ûm El-Meyzin a li ser rêya Şam-Dera hat hedef girtin.

Di encamê de 5 leşker û zabitekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Piştî ku erebe hat hedef girtin hêzên hikumeta Şamê aliyên bajarokê Sêda topbaran kir.

Tevî hewldanên Rûsya yên pêkanîna aramiyê li Derayê lê hê jî rewşa ewlehiyê tevlîhev e.

Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji Hezîrana 2019`an heta îro, li Dera û başûrê Sûrî komên çekdar hezar û 189 çalakî û buyerên kuştinê pêk anîne.

Back to top button