Hilbijartinê Iraqê..Ji sedî 41 dengdêran dengê xwe bikar anî

Di nava krîza siyasî û aborî de, piştî hilweşandina rejîma dîktatoriya Sedam Huseyîn doh li Iraqê hilbijartina 5’emîn pêk hat.
Di hilbijartinê de bêtirî 3 hezar namzet wê dinava pêşbaziyê de bin.
Çav li rêye ku encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext yên Iraqê werin eşkere kirin.

Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê rêjeya tevlîbûna ji bo dengdanê tenê ji sedî 41 bû.

Duh li Iraqê hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê pêkhatin.

Rêjeyek kêm tevlîbûna ji bo hilbijartinan hebû.

Li gorî komîsyonê rêjeya tevlîbûnê ya li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê sedî 41’e.

Encama dawî ya hilbijartinan wê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê ve were eşkerekirin.

Ji 167 partî û pêkhateyên siyasî 3 hezar û 249 namzed beşdarî hilbijartinên giştî ya Iraqê bûn.

Ji van namzetan 951 jin in.

789 ji wan serbixwe û yên din, di nava partî û koalîsyonên siyasî de beşdarî pêşbirkê dibin.

Di çarçoveya “dengdana taybet” a ku roja înê hat kirin de, hêzên ewlekariyê, penaberên navxweyî û girtiyan dengê xwe bikar anîn.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku rêjeya beşdarbûna dengdana taybet ji sedî 69’bû.

Back to top button