Li Kobanê ji bo 3 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne konê sersaxiyê hat danîn

Ji 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne 5 ji Rojava ne, 3 ji Kobanê û 2 jî ji Qamişloyê ne. Ji bo gerîlayên ji Kobanê konê sersaxiyê hate vedan û bi sedan welatiyên herêma Firatê serdanan kon kirin û sersaxî xwestin.

Gerîlayên HPG’ê Bahadîn Ehmed (Demhat Têkoşîn), Mehmûd Xelîl (Erdal Besta) û Ehmed Elî (Rêber Kobanê) di êrişên bi çekên kîmyewî ên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd ya li Kobanê ji bo şehîdan konê sersaxiyê veda.

Îro bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî serdana kon kirin sersaxî dan malbatên şehîdan.

Di merasîmê de malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm pêxistin.

Li bin kon, kesên axivîn êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Di dawiyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wesîqeyên şehadetê radestî malbatên şehîdan kirin.

Back to top button