Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê rapora meha Mijdarê eşkere kir

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê-DFG rapora xwe ya meha mijdarê parve kir.
DFG’ê di rapora xwe de diyar kir ku Hevseroka Komaleya wan Dicle Muftuoglu jî di nav de hê 62 rojnamevan di girtîgehê de ne û wiha got:
“Ev eşkere dike ku li Tirkiyeyê desthilatdarî hewl dide ku rojnamegeriyê kirîmînalîze bike.”

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê -DFG rapora binpêkirina mafan a meha Mijdarê eşkere kir.

DFG’ê di raporê de anî ziman ku di 11 mehên borî de tê dîtin ku zor û binpêkirinên mafên rojnamevanan zêde bûne û wiha cih da raporê:

“Li Şirnexê 2 rojnamevanên jin hatin derbkirin”

“Dîsa rojnamevan bi rengeke cidî bi binpêkirinên mafan û bi çaftirsandinên desthilatdariyê re rû bi rû mane.

Di dawiya mehê de bi taybet di roja 25’ê Mijdarê de jî rojnamevan rastê tundiya polîs hatin.

Li Şirnexê 2 rojnamevanên jin hatin derbkirin, kamerayên wan hat şikandin û hatin binçavkirin.

Di heman rojê de li Amedê jî tundî li rojnamevanan bû. Dîsa polîsan tundî li rojnamevanên jin kirin û rê nedan ku dîmenan bikşînin.

Tundiya li dijî rojnamevanên jin helwesta disthilatdariyê ya li dijî rojnamevaniyê bi awayeke vekirî daye ber çavan.

Em êrîşa li ser rojnamevanan bi tundî şermezar dikin.”

Rapora DFG’ê: 5 rojnamevan hatin girtin û 93 jî hatin darizandin

DFG’ê da zanîn ku di nav mehê de hejmareke zêde rojnamevan hatin binçavkirin, 5 rojnamevan hatin girtin û 93 jî hatin darizandin.

DFG’ê eşkere kir ku rojnamevan ji ber nûçeyên xwe rastê lêpirsînê hatin, hin ji wan doz li wan hatin vekirin û hatin darizandin.

“62 rojnamevan girtî ne”

DFG’ê destnîşankir ku Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî -CPJ di meha Cotmehê de rapora xwe weşand û wiha got:

“Di raporê de tê gotin ku di cîhanê de welatê ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin Tirkiye ye.

Li gor rapora me Hevseroka Komaleya me Dicle Muftuoglu jî di nav de hê 62 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Ev hêjmar jî eşkere dike ku li Tirkiyeyê desthilatdarî hewl dide ku rojnamegeriyê kirîmînalîze bike.”

Back to top button