22 ENDAMÊN KONGRESA EMERÎKÎ PEYAMEK JI TRUMP RE ŞANDIN

22 endamên Kongresa Emerîkî der barê biryara vekişîna ji Sûriyê peyamek ji Serokê Emerîka Trump re rê kirin.

Di peyamê de nîşan bi çend nuqteyên giring der barê metirsiya vekişînê de, hat kirin.

Di peyamê de wiha tê gotin;

Em yekser ji Wezîr Mattis û şêwirmendê ewlehiya niştîmanî John Bolton şiroveyekê der barê biryara vekişînê dixwazin.

Em ditirsin ku ev yek ji bo berjewendiyên Emerîkî li herêmê ne baş be.

QSD’ê mil bi mil li gel artêşa Emerîkî li dijî DAIŞ’ê şer kiriye gava ku ti alî nikaribû vê yekê bike.

Ma çêdibe em di vê rewşa hestyar de dev ji wan berdin ku bi hezaran şehîd dane da ku dijminê me yê hevpar têk bibin?!

Ev biryar nahêle ji nû ve em alîgiran çêbikin.

Her wiha wê destkeftiyên me di nava metirsiyê de bin.

Eger Emerîka bilez vekişe wê valahiyekê li Rojhilata Navîn çêbike û ev yek wê rê li ber şereke mezin veke.

Ji bilî DAIŞ’ê aliyên weke Qaîdayê jî wê zindî bibin.

Bi kurtahî em ji encamên vê biryarê ditirsin û em li benda bersiva te ne.

Leave a Reply

Back to top button