Mîhrîcana şehîd Stêrvan a gerok gera xwe li Cizîrê bi dawî kir

Mîhrîcana Stêrvan a Gerok gera xwe ya dawî li herêma Cizîrê lidarxist.
Di mîhrîcanê de gelek çalakiyên hunerî, çandî û werzîşê yên curbecur hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên Mîhrîcana 4’an a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li herêma Cizîrê hatin lidarxistin.

Di mîhrîcanê de Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Başo axivî û got:

“Lidarxistina mîhrîcanê hemwextî Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê xwedî cihekî girînge.”

Endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Betol Semîr jî diyar kir ku wê jinên ciwan heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.

Dûre çalakiyên werzîşê, şano û çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de komîteya birêxistinkirina mîhrîcanê de 30 jinên beşdar xelat kirin.

Back to top button