Li Minbicê belavkirina Mazotê berdewam dike

Dawiya Mijdarê xebatên belavkirina mazotê li şêniyên Minbicê dest pê kiribû .
Di vê demê de li şêniyên herêma rojhilat tê belavkirin.
Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê xebatên xwe zêdetir kiriye da di demeke nêzîk de mazotê li tevahî şêniyan belav bike.

Yek ji endamên komîteyên belavkirinê Şewket Oso derbarê mijarê de axivî .

Şewket Oso diyar kir ku ji bo her malbatekê Rêveberiya Xweser 300 lître mazot hatiye diyarkirin û got:

Derfetên me ji vê mezintir bûna me yê bileztir û bi awayekî firehtir mazot belav bikira.

Em hewl didin di zûtirîn dem dem mazotê bighînin welatiyan.”

Ji Tebaxê ve, komîteyên sotemeniyê yên hermê dest bi belavkirina mazotê li gorî kertan kirine.”

Li Minbicê ji bo şêniyan parkek hat vekirin

Back to top button