Di êrişa dagirkeran ya li ser gundên Zirganê de welatiyek birîndar bû

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê berdewam dikin.
Dagirkeran îro jî êrişî Zirganê kirin. Di encama êrişa li ser gundên navçeyê de welatiyek birîndar bû. Her wiha beriya nîvseatê jî li derûdora baregeha Rûsan a li Til-temirê topbaran hebû.

Beriya nîvseatê artêşa Tirk û çeteyên wê, dest bi topbaranê li ser herêma Tiltemirê kir..

Topbaran li ser stasyona elektirîkê ya Til-temirê ya li nêzî baregeha Rûsan pêk hat..

Heta niha encamên wê nehatin zanîn..

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro jî piştî nîvro bi dijwarî gundewarên navçeya Zirgan topbaran kir.

Gundên Dad-ebdal, Hac Bobî, Wesfe, Um Hermela yê rojava, Niwê-hat, Esediyê, Til Hermel, Rebîat, Til Werd û Projeya Sedam El-Ubeyd ên navçeyê bûn armaca êrişên dagirkeran.

Di topbarana li devera di navbera gundê Til Werd û navenda navçeyê de welatiyê bi navê Mîzer Elî Mecbûb birîndar bû.

Welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navenda navçeyê.

Her wiha şevê din jî dagirkeran bi heman rengî rêya M4, Kampa Eyn Îsa û gundewarê Eyn Îsa topbarankirin.

Ev êriş jî li pêş çavên hêzên Rûs yên qaşo garantorin pêk tên û wek her car sivîl dibin qurbanên van êrişan.

Back to top button