Me pîrozbahiyên cejnê ji bîr kiriye”

Cejna Remezanê nêz dibe..Kesên ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê dimînin nikarin cilan û şêraniyan bikirin.
Welatiyekê diyar kir ku wan pîrozbahiya cejnê ji bîr kiriye.

Sedema vê yekê kêmbûna mûçeyan û aloziya aborî ya ku hikumeta Şamê heta niha nikarî çareser bike.

Welatiyên din jî pişta xwe didin alîkariyên ku xizmên wan ên li derveyê Sûriyeyê ji wan re dişînin.

Welatiyek ji Helebê ku navê xwe eşkere nekir got:

“Îsal wekî salên berê ye.

Atmosfêra cejnê li mala me tune ye.

Mûçeyên hevjînê min têra pêwîstiyên malê nakin heta ku têra cejnê bike .

Mûçeyê hevjînê min 109 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Ev mûçe têra pêwîstiyên me nake.

Me pîrozbahiyên cejnê ji bîr kiriye”

Back to top button