Li Dêra Zorê 2 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand, ku di operasyonên li dijî DAIŞ’ê li Dêra Zorê de, 2 çete hatin girtin.

Navenda ragihandinê diyar kir ku di roja 29ê Îlonê de, Yekineyên Antî Terorê (YAT) li herêma Dêrazorê, li hemberî şaneyeke DAIŞê operasyonek pêk anî.

Di encama operasyonê de çeteyên bi navên Xenam Mehmûd El Hemdî û Mehmûd El Hemdî hatin girtin û miqdarek cebilxane hat desteserkirin.

Ev demek e Hêzên Sûriyeya Demokratik dest bi operasyonekê li dijî DAIŞ’ê li Dêra Zorê kiriye û heta niha gelek çete hatine girtin.

Back to top button