Yekitiya Parêzeran a Reqayê 4’emîn kongreya xwe li Reqayê bi dirûşma “Parêzerî, ji bo pêkanîna edaleta civakî peyama herî berz e” li hola parêzeran a Reqayê li dar xist.
Di kongeyê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El Esir axivî û got:
“Peyama ketiye ser milê me, ya herî bilind e.
Wek saziyeke dadwerî, ji we tê xwestin ku hûn rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş bixin.”
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hemdan El Ebid jî axivî û wiha got:
“Hinek di parêzeriyê de wesîleyek ji bo bidestxistina pereyan dibînin.
Lê berovajî wê, ew wesîleyek ji bo pêkanîna heqê ye.
Em di serdemeke wisa de dijîn ku heq winda bûye û zulm belav bûye.
Edalet bingeha civakan e. Dema edalet belav bibe, aştî û hezkirin belav dibe.”