Tevgera Azadî banga pêşîgirtina şerê navxweyî kir

Nerazîbûna parlamenter, partî û gelê Başûrê Kurdistanê her ku diçe li dijî şandina hêzê bo qadên gerîllayan zêde dibe. PDK, bi şandina van hêzan, dixwaze şerekî birakujiyê rû bide. Tevgera Azadî li ser vê yekê banga pêşîgirtina vî şerî li welatparêzan kir. Parlamenterên Başûr jî bangê li aliyên Kurdî dikin ku ji rûdana vî şerî dûr bikevin û yekîtiyê bingeh bigirin.

Tevgera Azadî li ser rewşa niha ya ku li Başûrê Kurdistanê diqewime, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ti alî weke PDK’ê ezmûna herêmê ber bi xerabûnê ve nebiriye û bêrêzî li hember xwîna bi hezaran şehîdan nekiriye.

Tevgera Azadî di daxuyaniyê de got:

“PDK, tenê diçe Bexda, Enqere û bi navê hikumetê peywendiyên xirab datîne, bazirganiyê bi xak, nasname û destkeftiyan dike û planên dagirkeran bi cih tîne.

PDK, dijberiya beşên din ên Kurdistanê, têkbirina ezmûna gelê me û hemahengiyê ji bo bombebarankirina gund û çiyayên Kurdistanê dike.

Tevgera Azadî bang li welatparêzan kir ku rê li pêşiya şerê navxweyî bigirin.

Parlamenterên Başûr: Pêwîst e Kurd bi ti awayî şerê hev nekin

Di heman çarçoveyê de, Parlamenterê parlamena Başûrê Kurdistan û endamê fraksiyona Komeleya Îslamî Osman Kanî Kurdeyî jî da xuyakirin ku pêwîst e Kurd bi ti awayî şerê hev nekin, ji ber piştî vî şerî, bermahiyeke tehl heye.

Endamê fraksiyona Tevgera Goran Parlamenter Celal Mihemed jî li ser heman mijarê axivî û anî ziman:

“Nabe bi ti behaneyê şerekî navxweyî rû bide.

Em piştgiriya ti şerî nakin.

Em li digel yekrêziya gelê Kurd in.”

Şêniyên navçeya Kelar a herêma Germiyanê jî destnîşan kir ku êrîşa PDK û Tirkiyê ya li dijî gerîlayan, dewama çetetî, xakfiroşî û xwefiroşiyê ye.

Şêniyan teqez kir ku şerê birakujiyê wê ziyaneke mezin bihihîne gelê Kurd, her wiha sûdê li Tirkiya dagirker bike.

Back to top button