Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gel a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku PDK, Bexda û Tirkiyê dixwazin careke din civaka Êzidî bi fermanan re rû bi rû bihêlin.
Ibrahîm got:
PDK’ê bi îmzakirina vê peymanê, dixwaze şêniyên Şengalê ji hêza xwe ya parastinê bê par bihêle.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gel a Şengalê Heso Îbrahîm teqez kir ku ew şer naxwazin, lê di rewşeke wisa de, ew ê bi tevahiya hêza xwe, Şengal û nirxên xwe biparêzin.
Îbrahîm anî ziman jî ku ew weke Meclisa Xweser a Şengalê, li gel helwesta yekpare ya gelê xwe ne.