“Divê em li dijî van êrîşan xwedî helwest bin”

Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv der barê êrîşên dewleta Tirk û gefên Erdogan yên nû li ser herêmê ji televizyona me re Ronahî TV axivî.
Foza diyar kir ku armanca Erdogan ji van êrîşan, veşartina aloziya hundirîn a Tirkiyê ye û çareseriya vê aloziyê jî tenê li Îmarliyê ye.
Foza her wiha bang li gel kir ku li hermber van êrîşan xwedî helwest bin û li hêviya ti kesî nemînin.

Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv der barê êrîşên dewleta Tirk û gefên Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî mêvana televîzyona me Ronahî TV bû.

Foza Yûsiv diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan, veşartina aloziya hundirîn a Tirkiyê û şerpezarkirina xelkên Tirkiyê ber bi derve ye.

Li gorî Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv, eger dewleta Tirk siyaseta xwe ya şer dewam û israr bike, wê rewşa wê xerabtir bibe û da zanîn ku kilêta çaresariya Tirkiyê li Îmraliyê ye.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk li Idlib, Lîbya û Qerebaxê jî Foza Yûsiv piştrast kir ku ji ber Erdogan ti encaman nagire, ji şerekî diçe şerekî.

Foza teqez kir ku ti kes nikare Kurdan tune bike, ji ber Kurd îroroj bûne hêzêk stratejîk li herêmê.

Endama Desteya hevserokatiya PYD Foza Yûsiv di dawiyê de got:

“Divê em li hermber van êrîşan xwedî helwest bin û li hêviya ti kesî din nemînin.”

Back to top button