Rûsya amadekariyên civînekê di navber Şamê û Enqerê de dike

Hevdîtinên di navber Enqera û Şamê de bi navbênkariya Rûsiya careke din tên ziman. Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Mîxayêl Bogdanov ragihand ku wê civîneke leşkerî di nava Rûsiya û Hikûmeta Şamê û Tirkiyê de di vê mehê de were lidarxistin.

Bogdanov tîne ziman ku mercên lidarxistina civînekê li ser asta wezîrên derve yên Enqere, Moskow û rejîma Sûriyê hê jî di bin gotûbêjê de ye.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya teqez kir ku heta niha lidarxistina civînan li ser asta wezîran nehatiye erêkirin, lê Moskow bi rêya balyozan têkiliyê bi Tirkiyê re dike.

Mîxayêl Bogdanov eşker kir ku ji bo beşdarkirina Îranê di civînên normalîzekirinê de xebat tên meşandin.

Back to top button