Li Iraqê qanûneke taybet ya li dijî tundiya li ser jinan tê xwestin

Bi dehan çalakvanên mafên jinan û malbatê li ber Meclîsa Dadwerî ya Iraqê li Bexdayê çalaki li darxistin û li dijî şideta li ser jin û malbatê daxwaza qanûneke taybet hat kirin.

Li gorî Ajansa Rojnews, vê sibehê bi dehan çalakvanên mafên jinan li ber avahiya Meclisa Dadwerî ya Iraqê çalakiyek li dar xistin.

Hat gotin çalakvanan daxwaz ji Meclisa Dadwerî ya Iraqê kirin ku qanûneke taybet ji bo rûbirûbûna şideta nava malbat û jinê de derbixe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha li Iraqê tu yasayeke taybet ji bo rûbirûbûna şideta nava malbatê tune..

Ev çalakiya çalakvanên mafên jianan jî piştî bûyera qetilkirina Teybe El Elî ji aliyê bavê wê ve pêk hat.

Back to top button