Ukrayna êrişî keştiyên Rûsya kir

Rûsya ji ber êrişa li ser keştiyên wan yên li Derya Reş ji peymana korîdora genim vekişiya.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî îdia dike ku Rûsya bi zanabûn ji meha Îlonê ve hewil dide vê krîzê derbixe.
YE û Amerîka jî bang li Moskow kir ku li peymanê vegere.

Rûsya ji peymana korîdora genim a ku ji bo şandina genim ji Ukraynayê hatibû îmzekirin vekişiya.

Ajansa nûçeyan a TASS’ê li ser zarê Wezareta Parastinê ev yek ragihand.

Wezareta Parastinê destpêkirina êrişa firokeyên bêmirov li ser gemiyên Rûs li Kirimê weke sedema vekişandinê nîşan da.

Rûsya bi vê êrîşê Ukraynayê tawanbar dike.

Wezareta Parastinê diyar kir ku keştiyên êrîşê ji bo parastina karwanên sewqiyata genim erkdar bûn û wiha got:

“Ji ber êrîşa terorê ya ku rejîma Kîevê bi beşdariya pisporên Îngîlîz li dijî keştiyên fîloya Derya Reş û sivîlan pêk anî, Rûsyayê beşdarbûna xwe ya ji bo pêkanîna peymana ku derfirotina genim ji benderên Ukraynayê dihesibîne rawestand.”

Moskow ji êrişên demên dawî yên li herêmê Brîtanya tewanbar dike.

Peymana korîdora genim a di navbera Rûsya û Ukraynayê de hat îmzekirin di 19’ê Mijdarê de bi dawî dibe.

Bi peymana ku di 22’ê tîrmehê de li Stenbolê hat îmzekirin, armanc ew bû ku genimê Ukrayna ji welatên din re were şandin.

Ji ber şerê li welat, bi mehan li benderên Deryaya Reş rê li ber keştiyan girtîbû.

Ev yek jî bûbû sedema krîza xwarinê ya li cîhanê.

Zelensky: Rûsya bi zanabûn krîza genim derdixe

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî biryara Rûsya ya vekişîna ji peymanê nirxandin kir û wiha got:

“Rûsya bi qestî di meha Îlonê de dest bi girankirina krîza xwarinê kir.”

YE û Amerîka bertek nîşanî vekişîna Rûsya ji peymana genim dan

Li ser mijarê ji Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî bertek derketin.

Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Derve yê YE Josep Borrell li ser mijarê daxuyaniyek da.

Borrell diyar kir ku ev biryara Rûsya wê di warê zibil û krîza xwarinê de aloziyên nû bi xwere bîne û ji Moskow daxwaza vegera li peymana genim kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken jî xemgîniya xwe ya ji bo vekişîna Rûsyayê ji peymanê anî ziman.

Blinken jî daxwaza domandina korîdora genim kir.

Back to top button