Dagirkeran gundên Zirgan, Kobanê û Minbicê topbaran kirin

Ji 19 Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê herêma bakur û rojhilatê Sûriyê topbaran dike.
îro jî êriş dewam bûn û bê serûber herêm hat topbarankirin.
Li Şehbayê gelek zirarên madî çêbûn.

Ji 19 Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê herêma bakur û rojhilatê Sûriyê topbaran dike.

Îro jî, gundên girêdayî Şehba, koban, Minbic û Cizîrê bûn hedefa dagirkeran.

Artêşa Dagirker gundên Gozeliyê û Til El- Leben ên başûrê rojavayê Til Temirê û gundê Til Tewîl ê asûrî topbaran kirin.

Artêşa Tirk karwanekî hêzên Rûsyayê, dema hewl dida lojîstîkê ji nuqteyên hêzên hikumeta Şamê re yên li gundê Til Gerabît ê Til Temirê re rêke, bû armanca êrişan.

Piştir e karwan yekser neçar ma ku vekişin.

Di heman demê de hate zanîn ku tu zirar bi karwanê nebûye û ev cara yekemîn e ku hêzên Rûsya ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Temirê tên hedefgirtin. Lê derdora baregehên Rûsyayê yên li herêmê gelek caran hate topbarankirin.

Dagirkeran gundê Um Heremlê, Dad Ebdal û Bobî yên li bakurê navçeya Zirganê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Gundên girêdayî kobanê jî mîna rojên derbasbûyî bûn armanca dagirkeran.

Gundên Xerbîsan, Qeremox ên li rojhilatê bajarê Kobanê, gundê Çariqlî, Zormixar, Xerîb, Carixlî û mezreya Ehmed Mûnîr ê li rojavayê bajêr, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi tank û obîsan hatin topbarankirin.

Her wiha gundên Cêşan, Qeremox, Xerbîsan ên rojhilatê Kobanê bû armanca topbarana dewleta Tirk.

Artêşa dagirker gundên Qezelî, Korhesen, Selîbî û Şîrketa Kobanê yên rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî bi dijwarî topbaran kir.

Hewmxwetî wê Tirkiyeya Dagirker êriş birin ser gundên Minbicê jî.

Dagirker ji nuqteya xwe ya li gundê Şêx Nasir ê başûrê rojavayê bajarê Cerablusê yê dagirkirî, Gundên Seyda û Yalinlî yên rojavayê bajarê Minbicê da ber topan.

Artêşa dagirker gundên Şehba û Efrînê kirin hedef

Artêşa Tirk a dagirker gundê Eyn Deqnê, Bêlûniyê û balafirgeha Minixê yên kantona Şehbayê da ber topan.

Dîmenê topbarana ser gundê Meranas ser girupa agahiyan hene…..

Gundên Şewarxa û Merenaz yê girêdayî navçeya Şera jî bi balafirên şer û çekên giran hatin topbaran kirin.

Ji dîmenên hatî kişandin, wêraniya ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk a li dijî gundê Merenaz, xuya dibe.

Ji ber bombebaranê, malên şêniyan bi temamî hilweşiyan e.

Back to top button