Li bakurê parêzgeha Bexdayê, di operasyonekê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
”Operasyonên tunekirina çeteyên DAIŞ’ê û bermahiyên wan dewam dikin.
Herî dawî li Wadî Azîm ya bakurê parêzgeha Bexdayê operasyonek ezmanî hat lidarxistin.
Di encama operasyonê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.”
Wezaretê diyar kir ku operasyon bi hevkariya Fermandariya Hêzên Ewlehiyê ya Selahedîn pêk hat.