Bêrîvan Xalid: Êrişa dawî bi hemû pîvanên xwe derexlaqî ye

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî êrişên tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî helwestbin.

22’ê Sibatê li ser rêya di navbera Qamişlo-Tirbespiyê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek bombebaran kir.

Di encama êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû…

Têkildarî vê êrişê , Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid axivî û got:

“Ev êrişa dawî bi hemû pîvanên xwe derexlaqî ye.

Tevî karesata erdhejê dewleta Tirk êrişên xwe dewam dike.

Ev êriş jî careke din hovîtiya dewleta tirk nîşan me da û bi van êrişan didin xuyakirin ku wê êrişên xwe bidomînin.”

“Divê civata navneteweyî li hember êrişan xwedî helwest be”

Di dawiyê de Bêrîvan Xalid anî zaiman, li hember van êrişan divê civata navneteweyî bêdeng nemîne û helwesteke cidî û tund nîşan bide.

Back to top button