Çalakvanên Jin: Rêber Apo ji bo me xeta sor e

Çalakvanên Jin yên çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê bang li jinan kirin ku tecrîda li dijî Rêber Apo bişkînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di roja xwe ya 24’an de ye.

Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê çalakvanên koma 13’an li ser armanca çalakiya xwe ji ROJNEWS’ê re axivîn.

Qazê Mijînî dibêje ”25 sale rêber Apo di bin tecrîdekê giran de ye, em bi rêya çalakiya xwe daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin.”

Qazê Mijînî piştrast kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê çalakiyên xwe bidomînin û her li qadan bin û got:

”Divê jin zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin, ji ber ku yê maf dayî jinê û ji bo azadiya jinê têkoşîn kirî Rêber Apo ye.”

Çalakvana bi navê Qîmet Nerexî jî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku rêber Apo ji bo jinên Kurd xeta sor e û got:

”Ji bo wê jî divê bi taybet em wek jin bi fikir û felsefeya ku Rêber Apo bi me dayî fêhmkirin, li Rêbertî xwedî derbikevin.”

Back to top button