Îro roja dawîn a civîna 4’ê ya komîteya berfireh a Hevpeymana Civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyê bû.
Di roja dawîn a civînê de, Komîteya Berfireh a Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Srûiyê, civîna xwe li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam dike.
157 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û saziyên civakî yên herêmê tev li civînê bûn.
Li gorî endamê Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî Ekrem Mehşûş, komîte dê lêvegerekê ji bendên hevpeymanê re çêke, hinek guhertinan di bendên girêdayî sazûmaniya hiqûqî ya taybet ji bo parastina bendên hevpeymanê, sazûmaniya Komseriya Hilbijartinan û edaleta civakî nîqaş bike.