Li rojhilatê Helebê şer, 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Li rojhilatê Helebê di navber hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket û di encamê de 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin. Li aliyê din, çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di sala 2022’an li herêmên hikûmeta Şamê 174 kes hatine kuştin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çete li gundewarê rojhilatê Helebê êrişî nuqeteyên hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Di encama şer de, 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Duh jî di navbera her du aliyan de li gundewarê rojavayê Helebê şer çêbû û li vir jî 3 leşkerên hikûmeta Şamê û 2 çete birîndar bibûn.

Di sala 2022 li herêmên hikûetê 174 kes hatin kuştin

Li aliyê din, çavdêriya mafên mirovan a Sûrî ragihand ku ji ber bêewlehiya li herêmên Hikûmeta Şamê di sala 2022’an de gelek suc û kuştin pêk hatine..

Li gorî çavdêriyê, di sala 2022’an li herêmên hikûmeta Şamê 159 sûcên kuştinê rûdane ku di encamê de 174 kes hatin kuştin, di nav de 32 zarok, 30 jî jinin..

Back to top button