”IRC” bi raporekê bal kişande ser xeteriya derketina vîrûsê li kampan

Komîteya Parastina Navdewletî bi raporekê hişyariya belavbûna vîrûsa Coronayê li kampa Holê da û teqez kir ku eger vîrûs li kampê derket, ew ê bi awayekî lez belav bibe.

Komîteyê bang li raya giştî û rêxistinên navdewletî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin.

 

Welatên herî pêşketî ku binesaziya wan a tenduristiyê li ser xwe û asê ye, vîrûsa Coronayê ti sînor nas nekirin û bi awayekî bêserûber belav bû û bêhn li van welatan çikand.

Dêmek deverên ku binesaziya wan a tenduristiyê têkçûyî, dibe ku di nava roj û şevekê de bibin jêdera vîrûsa Coronayê.

Mînaka vê yekê jî Kampên koçber û penaberan e.

Di vê derbarê de Komîteya Parastina Navdewletî bi raporekê bal kişande ser xeteriya li kampa Holê û teqez kir ku rêkarên ji bo rêgirtina li ber vîrûsa Coronayê li vê Kampê qels in û hejmara koçber û penaberên li vê Kampê cihê metirsiyê ye.

IRC: Pêwîstiya kampa Holê bi destwerdaneke lezgîn heye

Komîteyê di rapora xwe de got:

Li kmapa Holê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, her wiha li kampa Kokis-Bazar a Benglandeş û kampa Moriya li Yûnanistanê penaber û koçber bi vîrûsa Cornoayê re rû bi rû mane û hejmara wan a gelek cihê metirsiyê ye.

Komîteya Parastina Navdewletî banga girtina rêkarên lezgîn û guncaw ji bo rêgirtina li pêşiya derketina vîrûsa Coronayê li van kampan kir.

IRC: Divê rê li pêşiya derketina vîrûsa corona li kampan bê girtin

Her wiha destnîşan kir divê piştgiriyeke navdewletî ji bo çaksazkirina binesaziya tenduristiyê li kampan were kirin.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê.

Mezintirîn kampên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di kampê de zêdetirî 70 hezar koçber [ tevî malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene.

Back to top button