Li Hewlêrê 3, li Iraqê jî 30 rewşên nû hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê tomarkirina 3 rewşên nû yên Corona li Hewlêrê ragihand.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, heta niha jimara kesên li Başûrê Kurdistanê bi vîrûsê ketine gihaştiye 103’an û 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha, Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqî jî ragihand ku, 30 kesên din li welêt bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gorî daneyên wezaretê, heya niha li seranserî Iraqê 346 kes nexweş in û 29 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button